Şerefname Ciltli %17 indirimli

Şerefname (Ciltli)

ISBN
9789944382076
Yazar
Yayıncı
Sayfa Sayısı
694
Şerefname -Dîroka Kurdistanê ya Qedîm- kitêbek e ku dîrok û serpêhatiyên ji dema kevin heta sala 1597ê zayînî ya malbat û mîrekiyên Kurdan e ku ji aliyê mîrê Bedlîsê Mîr Şeref Xan ve hatiye nivîsandin. Bavê Mîr Şeref Xan, Mîr Yazının devamı...
55,00 TL
%
17
İndirimli
45,65 TL Kazancınız: 9,35TL
Satışta değil
Telefon Kodu : 541577
 

Ürün Özellikleri

Şerefname -Dîroka Kurdistanê ya Qedîm- kitêbek e ku dîrok û
serpêhatiyên ji dema kevin heta sala 1597ê zayînî ya malbat û
mîrekiyên Kurdan e ku ji aliyê mîrê Bedlîsê Mîr Şeref Xan ve hatiye
nivîsandin. Bavê Mîr Şeref Xan, Mîr Şemseddîn, di sala
1536-37an de, ji ber hinek bûyerên di navbera wî û ulame de
qewimîn, ji aliyê sultanê Osmanî ve ji ser mîrekiya Bedlîsê hat rakirin û ew jî
bi 600-700 malbatên Bedlîsê re koçî nav erdê Sefewiyan kir û xwe avêt seraya
Şah Tehmasb. Ew li bajarê Qumê hat bicihkirin û
ji aliyê Şah Tehmasb ve di rêza şah û sultan de hat girtin û qedrekî
mezin jê re hat dayîn û li wir jî zewicî. Ji vê zewacê, di sala 1543yê
zayînî de Mîr Şeref Xan çêbû.
Mîr Şeref Xan, di seraya Şah Tehmasb de bi zarokên Şah û serayê re
perwerdeya xwe temam kir. Gelek dersên cihê xwendin, ji van ya herî
balkêş jî dersa neqaşî û wênekêşiyê ye. Di gelek eyaletên Sefewiyan de
walîtî kir û di karê birêvebiriya îdareya Sefewiyan de beşdar bû.
Dema li Îranê, bi hîs û ruhiyeta ku Kurd jî xwedî dîrok in û serpêhatî û
bûyerên malbat û mîrekiyên kurdan winda nebin, dest bi berhevkirina zanyarî û
agahdariyên derbarê wan de dike. Pişt re, di sala 1579ê de, bi navberiya Xusrew Paşa,
ji aliyê Sultan Muradê Osmanî ve, Mîrêmîrekiya Kurdistanê jê re tê dayîn û
bi malbatên Bedlîsî yên pê re vedigere Bedlîsê. Piştî vê vegerê, dest bi nivîsandina
Şerefnameyê dike û di sala 1597ê
zayînî (1005ê koçî) de cilda yekê ya Şerefnameyê temam dike.
Berî ku dest bi nivîsandinê bike, naverokek ji mijarên ku dê
li ser binivîse çêdike û li gor vê karê xwe dimeşîne. Ev naveroka
kitêbê jî, li gor rewşa îdarî û serwerî ya ew malbat û mîrekiyên di
derbarê wan de nivîsandiye bûye. Wan malbat û mîrekiyan dike sê sefhe
û temamê kitêbê jî dike çar sefhe. Sefhe jî dibin beş û qisim.
Şeref Xan dibêje: “Sefheya yekê di derbarê serpêhatiyên fermanrewayên
mezin ên Kurdistanê de ne ku alaya saltanat û serxwebûniyê bilind kirine û
dîroknivîsan ew di rêza sultanan de hesibandine.“ Ji bo sefheya
duduyan jî dibêje: “Di derbarê serpêhatiyên fermanrewayên mezin ên
Kurdistanê de ne ku her çendîn negihîştine dereceya serxwebûniyek
temam, bi xwe jî xwe hukumdar nehesibandine, lê di serbestî û azadiyê
de gihîştine dereceyek wisa ku hinek ji wan li ser navê xwe sikke
lêdane...“ Ji sefheya sisiyan re jî dibêje: “Di derbarê hinek mîr û
fermanrewayên din ên Kurdistanê de ne. Sefheya dawiyê û ya çaran jî di
derbarê mîrekiya bav û kalên xwe ya Bedlîsê de nivîsandiye.
Şeref Xan, yekem kes e ku sînorê Kurdistanê yê coxrafîk kêşaye û bi
awayekî vekirî daye xuyakirin. Dîsa yekem kes e ku bi awayekî zelal
behsa qewmiyetê, hîs û ruhê kurdayetiyê kiriye.
Ji bo ku Şeref Xan di seraya Şah Tehmasb de dersê neqaşiyê xwendiye,
di dema nivîsa Şerefnameyê de, li ser hinek bûyerên dîrokî wekî
nivîskî tişt negotine, lê wan di rûpelên ew mijar derbas dibin de,
wekî minyatûr teswîr û îzah kirine. Ji ber vê, di cilda yekê ya
Şerefnameyê de bîst û di cilda Şerefnameyê ya duduyan, ya li ser
dîroka Osmanî, Îran û Turanê nivîsandiye de jî çar tabloyên mînyatûr
ên di derbarê dîroka Osmaniyan de çêkirine, hene. Her yek ji van tabloyan bûyerek
dîrokî teswîr dikin. Ew bi hosteyî hatine çêkirin, di nav emsalên xwe de tek in û
nirx û bihayê wan layiqê meth û şanaziyê ne. Ev mînyatur, di nusxeya
Şerefnameyê ya yekem a bi destxeta Şeref Xan bi xwe hatî nivîsandin de ne.
Ev nusxe li Kitêbxaneya Bodleian a Zanîngeha Oxfordê ye.
Kitêbxaneyê, ji bo agahdariya li ser vê nusxeyê wiha nivîsandiye: “Ev
Nusxeya berdest, berztirîn nusxeya Şerefnameyê ye ku ew jî di
saya destxeta Şeref Xan bi xwe de ye ku destnivîsê temam kiriye...“
(Tanıtım Yazısından)

Boyutlar

15x22

Kağıt Tipi

2. Hamur

Kategori

Kitaplar Tarih Diğer

Kullanıcı Yorumları

Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
3D Güvenli Alış Veriş
Taksit Sayısı
Taksit tutarı
Genel Toplam
1
45,65   
45,65   
×
Kapat