çîroka Ferhad Pîrbal “Reîs Remezan(ekan)” bi soranî û kurmancî di nav weşanên Avestayê de derket. Kurmancî û transkripsiyona çîrokê ji aliyê Eyup Subaşı û çetoyê Zedo ve hatiye kirin.
“Li taxa Teyraweyê, beramberî mizgefta Hacî Ebdella, li kolana tenişta Hemama Muxtar, zilamekî zigurt dijiya. Temenê wî pêncî sal bû; li polîsxaneya pişt gazinoya kurd û ereban, muawinê polîs bû. Digotine wî: Reîs Remezan... Xwedê behreya wê yekê bexşîbû wî, ku bikare xwe bike du-sê kesên din; ango hêza wê yekê pê re hebû, ku di heman demê de çend kesên wek xwe; ji xwe dirust bike û wan berde dinyayê.”
Ferhad Pîrbal vê carê xwendevan hem bi soranî hem bi kurmancî dawetî xwendinê dike.
Kullanıcı Yorumları