Koçera Kej

ISBN
9786055585457
Yazar
Yayıncı
Sayfa Sayısı
112
Yekem kitêba Harbî Soylu a çîrokan bi navê “Koçera Kej“ ji nav weşanên Avesta derket. Harbî Soylu di destpêka salên 90î de kete hepsê. Dor deh salan di hepsên Diyarbekir, Entab û Bartinê de ma. Di hepsê de dest bi xwendin û Yazının devamı...
12,00 TL
Satışta değil
Telefon Kodu : 557529
 

Ürün Özellikleri

Yekem kitêba Harbî Soylu a çîrokan bi navê “Koçera Kej“ ji nav weşanên Avesta derket. Harbî Soylu di destpêka salên 90î de kete hepsê. Dor deh salan di hepsên Diyarbekir, Entab û Bartinê de ma. Di hepsê de dest bi xwendin û nivîsandina kurdî kir. Çîrokên wî heta niha gelek xelat wergirtine.
Ji çîroka “Koçera Kej“
Serê vê sibehê bêhna te û bêhna payizê bi hev ra bi ser min da tê, bi bayê ecem ra. Ev çend demsal in ez ji te û ji bêhna te, ji bedewbûna te, ji xeml û rewşa te bêpar û bêxeber im. Ez bîra te dikim. Bîra zaroktiya te, bîra bedewbûna te û bêhna porê te dikim.
Çend sal in te nabînim Nizanim, gelo ez qet dikevime bîra te an na Gelo tu jî qet bîra min dikî an na
Payizeke sar bû. Cot û cobar xelas bibûn. Zozan daketibûn deştê. Koçeran koçên xwe bar kiribûn, ber bi welatê jêrê diçûn. Wê demê bi kesereke giran, koça min jî bar kiribû, koçera min a kej. Dema malbavên te konên xwe pêçan, wê demê te jî konê evîna min pêça û danî pişt sitûnê. Wê demê xem û xeyalên min, bi te ra ketin xurca li ser pişta hêstira we ya boz û bi te ra li çol û mexelan geriyan. Nizanim te li çend waran danî Dibe ku te qet ji ser pişta hêstirê jî daneynin.
(Tanıtım Bülteninden)

Kağıt Tipi

2. Hamur

Kullanıcı Yorumları

Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
3D Güvenli Alış Veriş
Taksit Sayısı
Taksit tutarı
Genel Toplam
1
12,00   
12,00   
×
Kapat